Li Qersê ji ber berfê rêya 47 gundan hat girtin

Li Qersê ji ber berfê rêya 47 gundan hat girtin

Berf tesîra xwe ya li bakurê welêt didomîne. Hat ragihandin li Qersê rêya 47 gundan ji ber berfa ku dibare hatin girtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber berfa ku zêde barîya li navendê rêya 2 gundan, li Akyakayê rêya 3 gundan, li Arapçayê rêya 10 gundan, li Qaxizmanê rêya 2 gundan, li Sarikamişê rêya 6 gundan, li Selîmê rêya 7 gundan, li Dîgorê rêya 11 gundan û li Susuzê jî rêya 6 gundan hat girtin.(ÎLKHA)


HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.