Li Qersê serwîsa xwendekaran qelibî: 1 mirî, 14 birîndar

Li Qersê serwîsa xwendekaran qelibî: 1 mirî, 14 birîndar

Li navçeya Zarûşada Qersê mînîbûsa ku serwîs tê de bûn qelibî, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 14 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa bi plaqeya 36 M 1338 ku di bin kontrola Yaşar P. de bû ji ber sedemeke ku hêj nediyare qelibî.

Di encama qezayê de xwendekareke 13 salî canê xwe ji dest da, 14 xwendekar jî birîndar bûn.

Xwendekarên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û şofêrê serwîsê jî ji bo ku îfade bide hat birin midurtîya ewlehîyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.