Li Qestemonûyê di 4 xanîyan de şewat derket: 22 dewar telef bûn

Li Qestemonûyê di 4 xanîyan de şewat derket: 22 dewar telef bûn

Li Qestemonûyê di gundekî de di nav 4 xanî û axûrekî de şewat derket, di encama şewatê de 22 dewar û 3 kuçik telef bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di şewata ku nav mala Ahmet K. yê li gundê Alpiyê rûdinê derket de, xanîyên derdorê jî tesîrdar bûn û şewitîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê şewatê re ekîbên Midûrtîya Herêma Daristanê û Cendermeyê hatin sewqkirin.

Bi midexeleya ekîban şewat hat vemirandin lê 2 xanî bi temamî şewitîn, 2 xanî û axûrekî jî zerarê dîtin.

Hat diyarkirin ku ji ber şewatê 22 dewar û 3 kuçik jî telef bûn.

Derheqê sedema derketina şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.