Li Qibrisê Hukumetê Îstîfa Kir

Li Qibrisê Hukumetê Îstîfa Kir

Serekê Partiya Yekîtiya Netewî û Serekwezîrê Qibrisa Bakur Îrsen Kuçuk, îstîfa xwe pêşkêşê Serekcimhûrê Qibrisa Bakur Dervîş Eroğlû kir.

Serekê Partiya Yekîtiya Netewî û Serekwezîrê Qibrisa Bakur Îrsen Kuçuk, îstîfa xwe pêşkêşê Serekcimhûrê Qibrisa Bakur Dervîş Eroğlû kir.

Îrsen Kuçuk, pey pêşniyaza bê ewletiyê a ku Meclîsa Cimhûriyetê girtî hat qesra Serekcimhûrtiyê û bi Eroğlû re bîst deqe hevdîtinek pêk anî.

Kuçuk, pey hevdîtinê beyanatek da û beyan kir ku îstîfaya hukumetê pêşkêşê Serekcimhûr kiriye û Serekcimhûr jî îstîfa hukumetê qebûl kiriye.  

Serekcimhûr Eroğlû, heya ku wezîfeyê bide hukumeteke dinê ji hukumeta Kuçuk xwest ku wezîfa xwe dewam bikin.

Kuçuk, dîsa beyan kir ku dê gavên nû yên ku Serekcimhûr bavêje bişopînin û vê pêvajoyê bi gelê Qibrisa Bakur re parve bikin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.