Li Qonyayê şerê çekdar: 7 jê polês 11 birîndar

Li Qonyayê şerê çekdar: 7 jê polês 11 birîndar

Di encama şerê çekdar yê ku li Qonyayê li dikanekî di navbera du koman de derket de 7 jê polês tevde 11 kes birîndar bûn.

Bûyer, di nav dikanekî yê ku li hember Sîteya Dikandar a Ceddeya Îstasyona ku li navçeya Ereglîyê ye de pêk hat.

Hat destnîşankirin ku di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nedîyare gelemşe derket û ew gelemşe bi derxistina çekan ji şerê re vegerîya.

Di bûyerê de 4 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês hatin sewqkirin û polêsên ku hatin cîhê bûyerê ku xwestin şerê biqedînin jî bûn hedefên guleyan û 7 polês jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a tenduristîyê hatin rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Ereglîyê.

Derheqê bûyerê de 6 kes hatin binçavkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.