Li Qosera Mêrdînê diz ketin nav dikana zêrfiroşan: Birîndarek

Li Qosera Mêrdînê diz ketin nav dikana zêrfiroşan: Birîndarek

Li navçeya Qosera Mêrdînê 3 şikdarên ku maske li ser rûyê wan bûn ketin nav dikana zêrfiroş.

Bûyer, îro di seat 12.00an de li Qosera Mêrdînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatîye bidestxistin, 3 dizekên ku maske li ser rûyê wan hebûn bi wesayîtekî baha û taybet hatin ber dikanê û bi çekan xwestin ku S.A. xesp bikin.

Di dema xespkirinê hem xwedîyê dikanê hem jî mişterîyên nav dikanê êrîşî dizan kirin û gelemşeyekî çêbû, di wê demê de dizan revîyan lê S.A. ji nigê xwe birîndar bû.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûeyrê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin

Polês ji bo dizên ku revîyane xebat da destpêkirin.

(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.