Li Qoserê operasyona tiryakê: 2 binçavî

Li Qoserê operasyona tiryakê: 2 binçavî

Li Qosera Mêrdînê di operasyona tiryakê ya ku hat lidarxistin de 2 kes hatin binçavkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Midûrtiya Ewlehiyê ve hatiye dayîn de hat ragihandin di lêgerînên şexsan û kontrolkirina nasnameyan a ku di 27ê Mijdarê de li Qoserê hatine kirin de li ser 2 şexsan hat lêgerîn. Di encama lêgerînê de ji ser her şexsekî tiryak hat girtin û hat tespîtkirin ku derheqê kesê din de jî ji ber tiryakê qerara lêgerînê heye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin her du şexs jî hatine binçavkirin.(ÎLKHA)






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.