Li Ramallahê Hukumeta Nû Dest Bi Wezîfê Kir

Li Ramallahê Hukumeta Nû Dest Bi Wezîfê Kir

Li Ramallaha Filistînê, hukumeta Ramî El Hemdallah, li ber hafa Mehmûd ‘Ebbas sond xwar û dest bi wezîfa xwe kir.

Li Ramallaha Filistînê, hukumeta Ramî El Hemdallah, li ber hafa Mehmûd ‘Ebbas sond xwar û dest bi wezîfa xwe kir.

Di kabîneya nû de jî pirê kesan ciyên xwe parastin. Digel vê di kabîneya nû de du alîkarên serekwezîr yên nû û 6 wezîrên nû cî girtin.

Merasîma sondê a ku endamên Saziya Rêveberiya Rêxistina Xilasiya Filistînê jî amade bûn de digel şeş wezîrên nû, navên alîkarên serekwezîr Muhammed Mustafa û Ziyad Ebû ‘Emr û sekreterê giştî yê Saziya Wezîran Fewaz El ‘Eqlîn jî hat diyar kirin. 

Mehmûd ‘Ebbas, hefta borî rektorê Zanîngeha En Necah a li Nablûsê Ramî El Hemdallah, wezîfedar kiribû ku hukumeta nû damezrîne.

Hemdallah beyan kiribû ku; dê hukumeta nû polîtîkaya Mehmûd ‘Ebbas bişopîne û dê girêdayê bernama El Fetihê be. Hat beyan kirin ku dê hukumeta nû heya du meh û nîvî wezîfa xwe bidomîne.

Li gor ku tê zanîn Serekwezîrê îdara Ramallahê Selam Feyyad di meha Nîsanê de îstîfa kiribû. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.