Li Raqqayê 2371 însan hatin qetilkirin û ji nîv mîlyonê zêdetîr kes jî ji cîh hatin kirin

Li Raqqayê 2371 însan hatin qetilkirin û ji nîv mîlyonê zêdetîr kes jî ji cîh hatin kirin

Ji bo Raqqa ji bin qontrola IŞÎDê bê derxistin di encama êrîşên Emerîka, PYD û rejîma Sûryeyê jê 562 zarok 2 hezar û 371 jî sivîl hatin qetilkirin û bi tevahî nêzîkî 500 hezar hes, jî cîh û warên xwe hatin kirin û bûn penamber.

Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) rapora derbarê operasyona ji bo Raqqa ji bin qontrola IŞÎDê bê derxistin û operasyona ku di cotmeha borî de bi ancam bû de raporek belav kir. 

Di rapor ê de hat îfadekirin ku ji bo Raqqa ji bin qontrola IŞÎDê bê derxistin di encama êrîşên Emerîka, PYD û rejîma Sûryeyê de, jê 562 zarok 2 herzar û 371 jî sivîl hatine qetilkirin û bi tevahî nêzîkî 500 hezar hes, jî cîh û warên xwe hatin kirin û bûne penamber.  

Di raporê de hat îfadekirin ku di navbera dîrokên 6ê Mijdara 2016an û 19ê Cotmeha 2017an de li Raqqa yê bi tevahî 99 qetlîam hatin rastkirin. Di encama êrîşên SDG yên ku PYD jî di nevde jê 51 zarok, 50 pîrek û 309 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Di encama 4 qetlîamên ku Qûalîsyana xaçperestan ya Emerîka serê wê dikşane de jê 383 zarok 247 pîrek û hezar û 321 kesên sîvîl jî hatin qetikirin. Hat îfade kirin ku heta niha herî hindik 87 qetlîam ji teref qûalîsyonê ve hatine rastkirin.    

Li hêladin hat îdîakirin ku IŞÎDê 693 sîvîl kuştiye. Ji sîvîlên hatine kuştin jê 109 zarok, 49 jî pîrekin û heta niha herî hindik ji teref IŞÎDê ve 8 qetlîam hatine rastkirin .

Di dawîya raporê de hat îfade kirin ku di heman wextê de 28 zarok û 33 jî pîrek hatibûn girtin. Jê 19 zarok, 22 pîrek bi tevahî 12 hezar û 79 kesjî hatin binçavkirin. Hat îfade kirin ku IŞÎDê jî 617 kes girtibû.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.