Li Raqqayê mekteb hat bombebarankirin: 33 kes jiyana xwe ji dest dan
Balafirên koalîsyonê li Raqqayê mekteba ku siwîl xwe lê spartibûn bombebaran kirin, di encama bombebaranê de33 kes jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin balafirên koalîsyona ku pêşkeşvaniya wê DYA dike li Raqqayê mektebeke ku siwîl xwe lê spartibûn bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 33 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin êrîşa hewayî li bajaroka El Mansuraya ku 30 kîlometre ji Raqqayê dûr e hatiye kirin. Hat hînbûn kesên ku xwe spartibûn siwîlên ku ji Humus û Helebê hatine û tê diyarkirin nêzî 50 malbatî di mektebê de hebûn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.