Li Rihayê 2 zarokên winda mirî hatin dîtin

Li Rihayê 2 zarokên winda mirî hatin dîtin

Li Rihayê 2 zarokên ku piştî mektebê xeber ji wan nedihat stand, di kanala avdanê de mirî hatin dîtin.

Hat îdiakirin ku Ahmet Serhat Kurt ê 14 salî û hevalê wî Mehmet Firat Tunç, piştî ku berî vê du rojan ji Lîseya Anadoluyê ya Necmettîn Erbakan a li Kampusa Perwerdehiyê ya Zeytîn Dalî ku lê perwerde didîtin derketin, venegeriyan malên xwe.

Malbatên ku nikaribûn xwe bigihînin zarokên xwe agahî dan polîsan.

Ekîbên polîsan ji bo dîtina ciwanên winda dest bi lêkolîneke berfireh kirin.

Di çarçoveya xebatên ku hatin destpêkirin de ji aliyê polêsan ve 2 cenaze di kanala avdanê de hatin dîtin.

Cenaze ji bo otopsiyê hatin birin morga tiba edlî. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.