Li Rihayê bernameya “Şeva Şehadetê” hat tertîpkirin

Li Rihayê bernameya “Şeva Şehadetê” hat tertîpkirin

Ji ber ku meha Sibatê meha şehadetê ye ji teref Cemîyeta Mistezefan ve li Rihayê bi navê “Şeva Şehadetê” bernameyek hat tertîpkirin.

Di meha Sibata ku meha şehadetê hatîye binavkirin de, ji bo dozger û micahîdên ku ji bo doza Îslamê canê xwe feda kirine, li giştîyê welat bername têne tertîpkirin.

Cemîyeta Mistezefan jî li Rihayê di Navenda Çana Akabeyê de bi navê “Meha Sibatê Şeva Şehadetê” bernameyekî tertîp kir.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û bi axavtina silavdayîna Temsîlkarê Riha yê Cemîyeta Mistezefan Salîh Çelîk ve berdewam kir.

Çelîk weha got, “Şehîd tavekî menewîye ku dinyaya tarî bi şewqa xwe ronî dike. Şehîd, wek tovekî ye ku ji axê re tê avêtin, ew tavekî menewîye ku dinyaya tarî ronî dike, ew qîrînek û feryadekî ye ku milletê ji xewa xefletê şîyar dike. Xwîna paqij a şehîdan ji bo zefera Îslamîyetê berdêlekî ye. Em wek Cemîyeta Mistezefan mamosteyên xwe yê şehîd ên ku di vê mehê de şehîd bûne bi rehmet û bi hesret yad dikin. Em ji Xwedê daxwaz dikin ku bila wan xwîna ku hatine rijandin ji bo xelasîya alema Îslamê bike wesîleyek.”

Lêkolîner û nivîskar Îbrahîm Yaz, derheqê ehemmîyeta rojê de axavtinek kir.

Yaz weha got, “Bi rastî berê di meha Sibatê de ji me re derheqê jîyana şehîdên ku ji bo Îslama ezîz şehîd bûne de mînakan didan lê em îro bi rastî bi çavên xwe wan şehîdan dibînin. Em dersa gelo şehîd kîne û mirov çawa şehîd dibe, di nav 24 seatan de bidestdixin. Li Xezzeyê pitik, zarok, dayîkê micahîdan û îxtîyarên ummetê her roj bi zindî ji me re nîşan didin. Li gorî texmîna min êdî em Misilman dizanin ku şehîd kîye û mirov çawa şehîd dibe. Êdî wext wexta emelê ye.”

Yaz di berdewama axavtina xwe de ji Sîyerê mînakan da û derheqê mîsyon û armanca şehadetê de balan kişand:

Yaz di dawîya axavtina xwe de weha îfade kir, “Însanên ku di mekteba Pêxember de xwe perwerde kirine, xwe ji bona doza Îslamê feda kirine û ew ji bona ku ala Îslamê nekeve xwarê wê rihê xwe yê şîrîn qurban kirine, ev tişt ji bona me mîrasekî ye. Ji ber vê yekê şehîd xwe ji bona armancekî ulvî û ji bo dozekî ulvî feda dike.”

Bername bi şanoyekî derheqê Şehîd Aytaç Baran de hatîye amadekirin berdewam kir û dûre jî bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.