Li Rihayê bi kêran pevçûn pêk hat: Mirîyek û 3 birîndar

Li Rihayê bi kêran pevçûn pêk hat: Mirîyek û 3 birîndar

Li Rihayê di navbera du koman de bi kêran pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de kesek canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku li navçeya Eyûbîya Rihayê di navbera du koman de pevçûnek ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat.

Di bûyera ku bi kêran hat lihevxistin de 4 kes birîndar bûn.

C.E. yê ji birîndaran ê ku hat rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Mehmet Akîf Înan digel temamê midexelayan canê xwe ji dest da.

Polês, derheqê pevçûnê de kesekî binçav kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.