Li Rihayê ji bernameya “Jiyan bi Nimêjê Xweş e” re teweccûheke mezin

Bernameyên “Jiyan bi Nimêjê Xweş e” ya ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve ji bona zarokên ku di navbera 7-14 salîyan de ne re li giştîyê Tirkîyeyê hatibû destpêkirin, ya Rihayê bi beşdarbûna gelek mirovan bidawî bû.

Platforma Nesla Quranê, bi armanca hezkirina nimêjê ji zarokên ku di navbera 7-14 salîyan de ne re bernameya “Jiyan bi Nimêjê Xweş e” tertîp kir.

Di bernameyê de; ji zarokan re derheqê girtina desmêjê, kirina nimêjê û muhîmtîya nimêjê de agahîyan hat dayîn.

Bernameya “Jiyan bi Nimêjê Xweş e” wek li giştîyê Tirkîyeyê bere bere tê dawîkirin li Rihayê jî hat dawîkirin.

Ji bernameya bidawîbûna bernameya “Jiyan bi Nimêjê Xweş e” ya ku li Parqa Turgut Ozalê hat tertîpkirin re zarokên ku perwerdehîya nimêjê girtin û malbatên wan beşdarî bûn.

Zarokan ji cihê bernameyê re bi tevî qaxizên ku li ser “Jiyan bi Nimêjê Xweşik e”, “Nimêj Ronîya Çavê Min”, “Nimêj Derîyê Cennetê ye” û “Dayê Bavo Min Hînê Nimêjê Bikin” dinivisînin meşîyan.

Zarokên ku perwerdehîya nimêjê bi temamê dawî kirin, li parqê nimêja ‘esrê bi cemaatî kirin.

Pêşkêşkerîya bernameyê Abdulsamed Aksoy kir û Quran jî ji teref Eren Bakî ve hat xwendin.

Di bernameyê de ji teref Koma Îlahîyê ya Eyyûbîye û Karakoprûyê ve derheqê nimêjê de îlahîyan hat xwendin.

Musab Baydîlî derheqê bernameyê de axavtinek kir û ji zarokan re pirsan pirsî.

Bernameya ku bi pêşbirkê berdewam kir, bi kirina duayê ya ji teref Azîz Emre Şar ve bidawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.