Li Rihayê lehî rabû: 3 kes mirin

Li Rihayê lehî rabû: 3 kes mirin

Li Rihayê ji ber barana zêde lehî rabû û 3 kesên ketin ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Farqînê û navenda Amedê jî barana zêde bû sedema lehiyê û jiyan felç kir. Piştî lehiyê 4 kes birîndar bûn.

 Li Rihayê ji ber barana zêde lehî rabû û 3 kesên ketin ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Farqînê û navenda Amedê jî barana zêde bû sedema lehiyê û jiyan felç kir. Piştî lehiyê 4 kes birîndar bûn.

Duh ji ber barana zêde li navçeya Harranê û Hewayê yên Rihayê lehî rabû. Li navçeya Hewagê ya Rihayê jina 20 salî û Melaha Aslan a 62 salî winda bûbûn. Melaha Aslan duh cesedê wê hatibû dîtin û îro jî cesedê Rahime Aslan ku jiyana xwe ji dest da hate dîtin. Duh jî Melaha Aslan a 62 salî ketibû ber lehiyê û winda bûbûn.

Li navçeya Harranê ya Rihayê piştî lehî rabû, Ahmet Çakir ket ber lehiyê û jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Farqînê jî jiyan felç bû

Li navçeya Farqînê ya Amedê jî şevê din saet 18.30'an ji ber barana zêde lehî rabû. Gelek mal û kargerî di bin avê de man û zerarek mezin pêk hat. Di lehiyê de 4 kes birîndar bûn. Piştî barana zêde lehî wekî çem rabû û zerarek mezin pêk anî.

Li navenda Amedê li taxa Seyrantepe ji ber barana zêde lehî rabû, gelek mal û kargerî di bin avê de man. Di malên ku di bin avê de man de zerarên mezin çêbûn. (Rudaw)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.