Li Rihayê mînîbûsek ku karker di nav de bûn ket nav qenala avê: 19 birîndar
Li Taxa Korukluyê ya li ser rêya Riha-Akçakaleyê mînîbusek ku karkerên çandiniyê dibir kontrola wesayîtê winda kir û ket nav qenala avdanê.
Qeza, li taxa Korukluyê li ser rêya Riha-Akçakaleyê qewimî.
Mînîbusek ku karkerên çandiniyê hildigirt piştî ku şofêrê wê kontrola wesayîtê winda kir, ji rê derket û ket nav qenala avdanê.
Piştî raporên ji kesên li derdorê, gelek ekîbên tenduristiyê, îtfaîyeyê û cendermeyan şandin herêmê.
Di qezayê de 19 kes ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn, birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên li Akçakale, Herran û navenda bajarê Rihayê re hatin rakirin û tên dermankirin.
Derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.