Li Rihayê qeza: 18 birîndar
Li ser Rêbeja Riha-Hîlwanê ji ber ku şofêr hakimiyeta dîreksiyonê winda kir qeza pêk hat, di encama qezaya ku pêk hat de 18 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin mînîbusa ku ji nêzî Balafirgeha Gapê ber bi Diyarbekirê ve diçû ji ber ku şofêr hakimiyeta dîreksiyonê winda kir qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de 18 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li ser 25emîn Kîlometreya Rêbeja Riha-Hîlwanê pêk hat. Mînîbusa bi plaqeya 02 UK 186 a ku ji nêzî Balafirgeha Gapê ber bi Diyarbekirê ve diçû ji ber ku şofêrê bi navê N.K. hakimiyeta dîreksiyonê winda kir qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de 18 kes birîndar bûn. Piştî bi qezayê hat bihîstin gelek ambûlans sewqî cihê qezayê hatin kirin.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.