Li Rihayê şer: 10 birîndar

Li Rihayê şer: 10 birîndar

Hat destnîşankirin ku li navçeya Eyyubîyeya Rihayê di navbera du malbatan de bi kevir û daran şer derket, di encama şerê de 10 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Ugurluya li navçeya Eyyubîyeya Rihayê, di navbera du malbatan de şer derket û dû re bi kevir û daran li hev xistin.

Di encama şer de 10 kes birîndar bûn. Bi xeberadayînê ji cihê şer re ekîbên 112yê hatin sewqkirin û kesên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Derheqê şer de ewlehîyeke mezin hat girtin û tehqîqateke mezin hat destpêkirin. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.