Li Rihayê şerê li ser erda: 1 mirî, 2 giran birîndar

Li Rihayê şerê li ser erda: 1 mirî, 2 giran birîndar

Li navçeya Xelfetîya Rihayê ji ber nerazîbûna erd şer derket, di şerê de kesek mir 2 kes jî giran birîndar bûn.

Ji teref Walîtîya Rihayê ve derheqê bûyerê de daxuyanî hat dayîn û di daxuyanîyê de hat gotin ku li navçeya Xelfetîya bajarê me di tarîxa 05.06.2023ê de li Taxa Hîlallîyê, di seat 20.10an de; H.E, birê wî H.E. û F.E. bi eqrebeyên xwe yên A.E., M.E. û Z.E. ên ku ji berê va bi di navbera wan de neyartî hebûye re şer kirine.

Di encama şerê de A.E. di nexweşxaneya ku hatibû rakirin de canê xwe ji dest da, M.E. û Z.E. jî giran birîndar bûne, F.E. jî sivik birîndar bûye. Ji şikdaran H.E. hatîye qefaltin û ji bo yên dinê jî xebat didome. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.