Li Rihayê serwîsa xwendekaran li qamyonetê qelibî: 14 birîndar

Li Rihayê serwîsa xwendekaran li qamyonetê qelibî: 14 birîndar

Li navçeya Siwêrega Rihayê, di encama li hev qelibîna serwîsa xwendekaran û qamyonetê de 14 kes birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Eskî Babê pêk hat.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, qamyoneta ku Y.K. (35) dajot û serwîsa xwendekaran yê ku şofêrê nehat hîn bûn kîye li hev qelibîn.

Di qezaya ku pêk hat de, 14 kesên di erebeyan de bûn birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Derheqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.