Li Rihayê teqîn:3 polês birîndar bûn

Li Rihayê teqîn:3 polês birîndar bûn

RİHA - Li navçeya Eyyubiyeya Rihayê di dema derbasbûna wesayîta polêsan de teqînek pêk hat, di teqîna ku pêk hat de 3 polês birîndar bûn.

Li navçeya Eyyubiyeya Rihayê di dema derbasbûna wesayîta polêsan de teqemeniya li ser rê hatibû bicîkirin hat teqandin, di teqîna ku pêk hat de 3 polês birîndar bûn.

Li gor agahiyan bûyer di derdora seat 15.45an de li nêzî Lîseya Eyup Goncu pêk hat.Ji polêsên ku birîndar bûbûn 2 polês rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê û yê din jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê yê Mehmet Akîf Înan.

Piştî teqînê dengê çekan hat bihîstin û gelek ambûlans û polês sewqî cihê bûyerê hatin kirin.(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.