Li Rihayê wesayîta ku ji kontrolê derket teqle avêt

Li Rihayê wesayîta ku ji kontrolê derket teqle avêt

Li navçeya Bêrecûka Rihayê wesayîtek ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket, teqle avêt.

Qeza, li alîyê ser rêya Riha-Entabê di têketina Bêrecûkê de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 31 AEU 460, ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û qeza pêk hat.

Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê Yucel K. birîndar bû.

Hat destnîşankirin şofêrê birîndar bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.

(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.