Li Rusya Di Nexweşxaneyekê De Agir Derket

Li Rusya Di Nexweşxaneyekê De Agir Derket

Li Moskovayê, herêma bi navê Dimîtrov di Nexweşxaneyeke Psîkîyatrî de agir derket.

Li Moskovayê, herêma bi navê Dimîtrov di Nexweşxaneyeke Psîkîyatrî de agir derket. Di agirê derkete de 38 kesî candan. Ji agirê ku li Nexweşxaneyê derket bi tenê hemşîre û du nexweş sax filitîn.

Agir çima derketiye hê nayê zanîn, lê belê hinek rayedar beyan dikin ku dibe agir ji şebekeyên ceryanê destpê kiribe.

Li gor me’lûmatên hatine sitendin, agir di beşa ku nexweşên nexweşiya wan girane derketiye.

Dîsa hat beyan kirin ku hemşîreya ku ji agir sax filitiye di nexweşan jî bi xwe re ji agir xilaskiriye. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.