Li Rusyayê êrîş li dibistanê hat kirin: 9 mirî 20 birîndar

Li Rusyayê êrîş li dibistanê hat kirin: 9 mirî 20 birîndar

Hat destnîşankirin ku li bajara İjevska Rusyayê êrîşeke çekdar li dibistanekî hat kirin, di encama êrîşa çekdar de 9 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, li dibistana navîn ya bi numareya 88 ya di bajara İjevska ku li Herêma Federal Udmurtya ya Rusyayê ye de pêk hat.

Li gorî çapemenîya Rusyayê, keseke çekdar êrîş li wezîfedarê ewlehîyê ya dibistanê kir û dû re ket nav dibistanê.

Êrîşdarê ku ket nav dibistanê bi çekê xwe berê derdorê kir, di encama êrîşê de ji wan gelekê wan xwendekar 9 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku kesê êrîşdar bi çekê xwe, xwe kuşt.

Piştî êrîşê ji dibistanê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mamosteyan û xwendekaran hatin tehlîyekirin.

Hat ragihandin ku di dibistanê de 982 zarok dixwînin û 80 mamoste jî wezîfedar in. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler