Li Rûsya'yê minibûsek di navbeyna 2 qemyonan de ma: 15 mirî

Di encama qezaya ku li Ûlyanovsk'a bajarê Rûsya'yê pêk hat de 15 kes jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.

Qeza li semta Nîkolaevsky'ê bajarê Ûlyanovsk'ê pêk hat.

Li gor medyaya Rûsî, qemyona ku bi tonaja giran bû û ji ber ku şifêrê wê kontrola dîreksiyonê winda kir li minibûsa rêwiyan a ku li reya rastê diçû qelibî. Bi tesîra lêxistinê minibûs di navbeyna 2 qemyonan de ma û pert bû.

Di encama qezayê de 15 kesên ku di minibûsê de bûn mirin, 4 jê giran 5 kes jî birîndar bûn.

Tehqîqeta ku derheqê qezayê de hatibû destpêkirin dewam dike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.