Li Rûsyayê şewat: 53 mirî
Li Rûsyayê di Navenda Kirîn û Firotinê de agir derket, herî hindik 53 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Keremovoya Rûsyayê di Navendeke Kirîn û Firotinê de şewat derket. Di encama şewatê de herî hindik 53 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer li başûrê welêt li bajarê Keremovoyê di Navenda Kirîn û Firotinê de qewimî.
Agir li qata ser ya ku salonên sinema û leystokên zarokan lê bû derket û hê jî sedema derketina agir nehatîye eşkere kirin.
Piştî xeber hat dayin tîmên agirkujîyê hatin sewqkirin ciyê bûyerê.
Hat îfadekirin ku di şewatê de 53 kesî jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî windayî ye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.