Li Şahrêya TAGê qezaya zincîrî: 2 mirî, 20 birîndar

Li Şahrêya TAGê qezaya zincîrî: 2 mirî, 20 birîndar

Di encama qezaya zincîrî ku li Şahrêya Tarsûs-Edena-Dîlokê (TAG) pêkhat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Qeza li 63’yemîn kîlometreya Şahrêya Dîlok-Qurêderê pêk hat.

Qezaya zincîrî ku di encama li hev qelibîna 3 TIR, 2 mînîbus û motorsiklêtek pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derûdorê.

Şahrêya Dîlok-Edene ji ber qezayê demek girtî ma.

Di heqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler