Li Sakaryayê 120 karker bi jehrê ketin

Li Sakaryayê 120 karker bi jehrê ketin

Li Sakaryayê 120 karkerên ku piştî firavîna nîvro şêranî xwarin bi şipheya bi jehrêketinê hatin rakirin nexweşxanê.

Hat îddîakirin li Sakaryayê 120 karkerên ku piştî firavîna nîvro şêranî xwarin bi jehrê ketin. Karkerên ku nîşaneya  bi jehrêketinê  bi wan re hebûn hinek  ji wan li gor îmkanan xwe û hinek jî bi ambûlansan çûn  nexweşxanê.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Sakaryayê 120 karkerên ku di fabrîkayekê de dixebitîn piştî firavîna nîvro şêranî xwarin. Karkerên ku şêranî xwarin piştî çend seatan  bi jehrê ketin. Karkerên ku nîşaneya  bi jehrêketinê  bi wan re hebûn hinek  ji wan li gor îmkanan xwe û hinek jî bi ambûlansan çûn  nexweşxanê.

Ji teref yekîneyên cendirmeyan û Midûrtiya Bajêr a Zireatê ve derheqê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.