Li Şemzînan Şer

Li Şemzînan Şer

5 Esker û 16 Pkkyî Hatin Kuştin

Milletê Kurd, ne salek e ne dewrek e ku di nav şer û zulmên hêzên çekdar de perîşan û şerpeze dibin. Kengê hinek hizûr û silametî dibînin, li zora zalim û sîtemkara diçe, sîtemkar li herêmê alozî û xerabiyê derdixin. Bi vî awayî hem milletê Kurd şerpeze dikin hem jî, ji aliyê çand û îlm û terbiyê ve, mehrûm dihêlin, asîmîle û zordestî bikar tînin daku millet li ber wan ranebe. Paşê jî, dibin sebebê reşandina bizrê kîn û nefret û dijminantiyê. Hew hêzên çekdar, bi mêraniyê xwe dipesinînin. Ê perîşan, dîsa millet e.

Xeberan diyar kir ku li Şemzînan, di navbera esker û PKKê de dîsa şer qewimiye. Şer li 20 kîlometre dûrî navçeyê, li nêzî gundê Nehrî derketiye. Hat gotin ku gava konvoya eskeriyê derbas dibe, mayin diteqe. Piştî teqînê di navbera esker û mensûbên PKKê de, pevçûn diqewime. Li gor îfade û îddîaya walîtiya Colemêrgê, 5 esker û 16 mensûbên PKKê hatine kuştin. 7 eskerên birîndar jî rakirne nexweşxana eskeriyê. Li ser hadîseyê wesaîtên eskeriyê ji Tabûra Robarûkê û helîkopterên qobrayê sewkî devera şer bûn. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.