Li Şemzînan Şer

Li Şemzînan Şer

Di Şerê Navbera Esker Û Pkkê De 2 Esker Hatin Kuştin

Li hêla Colemêrgê, ji ber şerê esker û PKKê, millet ne di hizûriyê de ye. Nexasim xelkê li gundan dimîne, bêtir di bin tehdît û zordestiyan de ne. Ji her dû aliyan ve, zehmetiyan dibînin. Ji aliyê esker û PKKê ve çiqas kuştin biqewime, li xelkê jî ewqas zordestî dibe. Ji ber her dû hêlan, millet nikare bi rihetê ji bo mala xwe zexîre bistîne û nikare kar û barê zivistanê bike.

Li gor xeberan  do dîsa li Şemzînan, di navbera esker û PKKê de şer qewimî. Di şer de 2 esker hatin kuştin, 7 heb jî birîndar bûn.

Li gor beyana walîtiya Hekkariyê, şer li çol û çiyayên gundê Besûsînê, di operasyona eskeriyê de qewimiye. Walîtiyê îddîa kir ku hinek mensûbên PKKê jî hatine kuştin. Operasyon dewam dike. Do jî li Bêşebabê eskerek pêl mayinê kiribû û can da bû.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.