Li Şemzînan Şer Qewimî Li Bêşebabê Mamosteyek Hat Revandin

Li Şemzînan Şer Qewimî Li Bêşebabê Mamosteyek Hat Revandin

Ji ber pevçûn û hadîseyên di navbera esker û PKKê de, milletê herêmê perîşan dibe, ji kar û warê xwe dibe.

Ji ber pevçûn û hadîseyên di navbera esker û PKKê de, milletê herêmê perîşan dibe, ji kar û warê xwe dibe.

Do li Colemêrgê li navçeya Şemzînanê li çol û çiyayên nêzî gundê Nehriyê, di navbera esker û mensûbên PKKê de şer derket. Li gor îddîayan 13 PKKyî hatine kuştin û 6 esker jî brîndar bûne. Şer di operasyona eskeriyê ya li herêma Robarokê de qewimiye. Li ser hadîseyê helîkopterên qobrayê û yekîneyên eskerî yên taybet sewkî herêmê bûne.

Li Şirnexê li navçeya Bêşebabê jî, mensûbên PKKê rê birîn û cerdevanek û mamostekê revandin. Hadîse li 10 kîlometreya dûrî navçeyê qewimî. Hat gotin ku cerdevan merivê serekê AKPê yê beldeya Mezrayê ye, mamosteya xanim jî ji ehlê navçeyê ye.

Li aliyê din li çiyayê Cûdiyê, mensûbên PKKê 11 wesaîtên şîrketekê şewitandin. Hat gotin ku li navçeya Sîlopî li beldeya Bêspînê, 11 wesaîtên şîrketeke ku ji bo saziya elektrîkê dixebitî, ji teref mensûbên PKKê ve hatin şewitandin. Mensûbên PKKê dûre jî ji herêmê bidûrketin. Li ser hadîseyê operasyon dest pê kir. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.