“Li Şengalê Hebûna PKKê li ber îstîqrara heremê asteng e”

“Li Şengalê Hebûna PKKê li ber îstîqrara heremê asteng e”

Hewlêr - Serokwezîrê Kurdistana Başûr Neçîrvan Barzanî destnîşan kir hebûna PKKê ya li Şengalê li ber îstîqrar û pêşveçûna heremê asteng e.

Serokwezîr Barzanî di daxuyaniya xwe ya ku da Rûdawê de di derbarê hebûna PKKê ya li Şengalê de nirxandinan kir destnîşan kir hebûna PKKê ya li Şengalê li ber îstîqrara heremê asteng e.

Barzanî di daxuyaniyê de di derheqê hebûna PKKê ya li Şengalê de wiha destnîşan kir: “Polîtîkaya me eşkere ye. Me berî niha ji temamê hêzên ku xelkê Şengalê ji DAIŞê xelas kirin re teşekur kiribû. Hebûna PKKê ya li Şengalê li ber îstîqrara û pêşveçûna heremê asteng e. Ji ber vê yekê em hêvîdar in ku PKK ji Şengalê vekişe. Lewra ev him li gor berjewendiya PKKê û heremê û him jî li gor berjewendiya Kurdistanê ye.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.