Li ser erdhejên 6ê Sibatê salek derbas bû

Li ser erdhejên 6ê Sibatê salek derbas bû

Tirkîye, di 6ê Sibata sala 2023yan de bi erdhejên 7,7 û 7,76an ku li Mereşê pêk hatibûn hejikî. Di erdhejên ku 14 milyon însan bi raste rast tesîrdar bûn de 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest dan.

Di 6ê Sibatê de li navçeya Pazarcika Mereşê di mezinahîya 7,7an de, li navçeya Elbistanê jî di seat 13.24an de di mezinahîya 7,6an de du erdhej pêk hatin.

Di erdheja ku bi tevî Mereşê bajarên Hetay, Kinikan, Semsûr, Dîyarbekir, Riha, Entab, Kîlîs, Edene, Meletî û Xarpêtê jî tesîrdar bûbû de 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest dan, 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.

Piştî erdheja ku Tirkîye elarma pileya 4an dabû ku ev pile alîkarîya navneteweyî jî di nav xwe de dihewîne ye, ji 93 welatan ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatibûn sewqkirin.

Erdehejên ku 14 milyon însanan bi raste rast tesîrdar kirine li 11 bajêr, 124 navçe, 6 hezar û 929 gund û taxan xerabûnên giran pêk hatin.

Li giştîyê welat ji bo 7 rojan şîna neteweyî hat îlankirin, herêma erdhejê jî herêma rewşa neasayî hat îlankirin.

Di 38 hezar û 901 avahîyên ku xerabûbûn de xebatên lêgerînê, di 26 hezar avahîyên ku di nav de însanên sax hebûn de jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin lidarxistin.

Li herêmê 11 hezar û 488ê wan ji navneteweyî, 35 hezar û 250 kes ji ekîbên lêgerîn û xelaskirinê, 142 hezar jî personelên ewlehîyê tev de 650 hezar personel di xebatan de wezîfeyê girtin.

Li herêmê di 350 konbajaran de 645 hezar kon, di 414 bajarên qonteyniran de jî 215 hezar û 224 qonteynir hatin sazkirin.

Li herêma erdhejê di 2 milyon û 302 avahîyan de û di 6 milyon û 227 hezar beşên serbixwe de tespîtên xesarê hatin kirin, heta niha ji sedî 91 enqaz hatine rakirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.