Li Ser Navê Qanûnê Bêqanûnî
Li Cizîra Şirnexê du polîsên sivîl yên emniyeta navçeyê, bê destûra sewcîtiyê xwestin malên kesên dîndar sax bikin. Ji lew tepkî hatin nîşandin ku polîsên xefî û sivîl, ferdên van malbatan ditirsînin.

Li mehela Dîcleyê malbata Topal beyan kir ku, du polîsên sivîl û xefî, bi îddîa ku wê malê sax bikin, malbatê nerihet dikin. Ji malbatê Halîme Topal hadîseyê ji ajansa Îlkeyê re xeber da. Zilamê malê Savaş Topal jî îfade kir ku, kengî hatiye malê bi hadîseyê hesiyaye.
Topal îfade kir ku ev polîs li ser navê qanûnê bêqanûniyê dikin. Topal wiha got “Em musluman in û dixwazin muslumane bijîn. Tek qisûra me ev e.” BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.