Li ser rêbeja Êlih-Diyarbekirê otobusa rêwîyan qeza kir: 33 birîndar

Di encama qezaya ku li ser rêbeja Êlih-Diyarbekirê li texma gundê Yuwacixa girêdayî navçeya Çinarê pêk hat de 33 kes birîndar bûn.

Qeza derdora seat 11.00an de li texma gundê gundê Yuwacixa girêdayî navçeya Çinarê ya Diyarbekirê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan a bi plaqeya 16 ASR 703 a ku ji Êlihê diçû ber bi Diyarbekirê jiber ku şoforê wê hakimîyeta dîreksonê winda kir qeza kir.

Di encama qezayê de 33 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê amedê. Di derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.