Li ser rêya Batman-Hezzoyê tira barkirî ya kayê wergeriya
Li ser rêya Batman-Hezzoyê (Kozluk) di encama wergeriyana tira barkirî ya kayê de ajokarê ku di wesayîtê de asê mabû, bi xebata tîmên îtfaîyê hat derxistin û teslîmî tîmên tenduristiyê hat kirin.
Bûyer, li ser rêya Êlih-Hezzoyê li pêşiya Qereqola Kerikê hat holê.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, tirra barkirî ya kayê ya bi plakaya 04 P 4945 ji ber sedemeke ku hîn nehatiye diyarkirin ji kontrolê derket û wergeriya.
Di bûyerê de ajokarê tirrê di nav wesayîtê de asê ma.
Li ser agahdarkirinê, tîmên îtfaîyê û tenduristiyê ji bo cîyê bûyerê hatin sewqkirin.
Ajokarê ku di wesayîtê de asê mabû, bi xebata tîmên îtfaîyê ji cihê ku lê bû hat derxistin û teslîmî tîmên tenduristiyê hat kirin.
Rêjeyeke mezin a kayên di tirra wergeriyayî de li ser rê belav bû û ji ber bûyerê di çûnûhatinê de jî ji bo demeke kurt astengî çêbû.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.