Li ser rêya Êlih û Amedê qezayeke zincîre pêk hat: 2 kes birîndar bûn
Li Êlihê di qezayeke zincîre de ya ku gelek wesayît tevlî bûn, 2 kes birîndar bûn. Şofêran ji bo qezayên ku ji ber rûniştina (çala) rêyan pêk tên, daxwaza çareseriyeke mayînde kirin.
Li nêzîkî gundê Diktepeyê yê li ser rêya Êlih û Amedê, qezayeke zincîre ya ku gelek wesayît tevlî bûn pêk hat.
Li ser agahdarkirina welatiyên li herêmê, gelek ambûlans, tîmên îtfaiyeyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gorî tespîtên pêşîn, di qezayê de 2 kes birîndar bûn û di gelek wesayîtan de zirara madî çêbû. Birîndar, piştî mudaxeleya pêşîn a li cihê bûyerê, rakirin nexweşxaneyê.
Hat îdîakirin ku qeza ji ber kortê rê ya piştî baranên zêde pêk hatiye. Ji ber ku rê ket şerîdekê, rêzên dirêj ên wesayîtan çêbûn. Şofêran bang li rayedaran kirin ku rûniştinên li ser pira nû hatî çêkirin bi rengekî mayînde werin tamîrkirin û rê careke din bibe du şerîd.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.