Li ser Rêya Hevrişîmê qezayên trafîkê: Miriyek 10 birîndar

Li ser Rêya Hevrişîmê qezayên trafîkê: Miriyek 10 birîndar

Di qezayên trafîkê yên ku li ser Rêbeja Nisêbîn-Cizîrê pêk hatin dekesek jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin   di qezaya li nêzî gundê Turgutluya Nisêbînê  wesayîteke firmaya îlacan û TIRek li hev qelibîn. Ji ber qezaya ku pêk hat wesayît îlacan pêkiya û li serwîsa xwendekaran a ku li kêleka rê sekinîbû qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de ajokarê wesayîta fîrmaya îlacan jiyana xwe ji dest da û xwendevanên  bi navê Tulîn Çelîk, Betul Çelîk, Furkan Çelîk, Emîne Aksoz, Hamza Aksoz, Azad Aksoz, Semanur Bartan û Alî Duman birîndar bûn.

Ambûlasê ku birîndar  tê de bû qeza kir

Piştî qezayên ku pêk hatin de ambûlans sewqî cihê qezayê hatin kirin. Ambûlansa ku birîndaran dibir nexweşxanê li tabeleya kevîka rê qelibî. Di encama qezayê de kesên di ambûlansê de sivik birîndar bûn.

Temamê kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.