Li Şerîa Rojava 2 Otobos Hatin Şewitandin

Li Şerîa Rojava 2 Otobos Hatin Şewitandin

Berî niha rejîma terorê siyonîst Îsraîl, qirarek nijadperestî û irqçîtî dabû ku di navbera Şerîa Rojava û Telavîvê de otobosên ku siyonîst lê siwar bûne, Fîlîstînî lê siwar nebin.

Berî niha rejîma terorê siyonîst Îsraîl, qirarek nijadperestî û irqçîtî dabû ku di navbera Şerîa Rojava û Telavîvê de otobosên ku siyonîst lê siwar bûne, Fîlîstînî lê siwar nebin. Vê qirar dinyê şok kiribû. Li ser vê qirara irqçî, medya dinya û Îsraîlê gelek tepkî nîşan dabûn. Li Îsraîlê qezeta Heretzê tepkî nîşan da û ji Netenyahû xwest ku dev ji vê qirara irqçiyê berde. Li Emrîka jî qezeta Wall Streetê, li ser morkirina mehkema Îsraîlê tepkî nîşan da.

Li Şerîa Rojava Fîlîstînî ji bo vê qirara îrqçî protesto bikin, du otobosên şîrketa Afîkîma siyonîst, li bajarê Kafer Kasemê şewitandin. Di hadîseyê de her du wesaît bi temamî şewitîn.

Wekî tê zanîn Emrîka jî, ji 1896an heta 1954an tevgerên nijadperestî bikar anîbûn. Cûdatiya zencî û sipî dihat kirin. Medyayê dest nîşan kir ku, ev qirara mehkema Îsraîlê, li dijî qanûnên navnetewî ye.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.