Li Şerîaya Rojavayê hejmarê Fîlîstînîyên ku hatine desteserkirin derket 4 hezar û 910 kesan

Li Şerîaya Rojavayê hejmarê Fîlîstînîyên ku hatine desteserkirin derket 4 hezar û 910 kesan

Sîyonîstên îşxalker, ji 7ê Cotmehê vir ve li Şerîaya Rojavayê hejmarê Fîlîstînîyên ku hatine desteserkirin derket 4 hezar û 910 kesan.

Qlûba Êsîrên Fîlîstînî û Komîsyona Minasebetên Êsîrên Berê û Êsîran, daxuyanîyekî hevpar dan û derheqê Fîlîstînîyên ku hatine desteserkirin de agahîyan dan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku rejîma îşxalker doh 35 Fîlîstînîyan desteser kirin; hat îfadekirin ku vana jî ji Katana, Nablus, Tulkerîm, Ramallah, Beytullahîm, Rojhilata Quds û El Xelîla Qudsê bûne.

Hat îfadekirin bi tevî van Fîlîstînîyên ku hatine desteserkirin hejmarê Fîlîstînîyên ku li Şerîaya Rojavayê hatine desteserkirin derket 4 hezar û 910 kesan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.