Li Şernexê êrîş: 2 leşker jiyana xwe ji dest dan

Li Şernexê êrîş: 2 leşker jiyana xwe ji dest dan

SÊRT - Li Şernexê di operasyonên ku didome de teqemeniya ku di bin erdê de hatibû bicîkirin hat înfilaqkirin. Di encama înfilaqkirinê de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan û 5 leşker jî birîndar bûn.

Li Şernexê di operasyonên ku li derdora Gundê Încelerê didomiya de teqemeniya ku di bin erdê de hatibû bicîkirin hat înfilaqkirin. Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Şernexê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku di encama înfilaqkirinê de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan û 5 leşker jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê operasyon hatine destpêkirin û leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Her wiha hat diyarkirin ku navê leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane Cendirme Serpelê ehlê Dîlokê yê bi navê Mustafa yazgan û Çawîşê Pispor ê Cendirmê Faruk Yukselê ehlê Yozgatê ye. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.