Li Şernexê ji ber barîna berfê rêyên 44 gundan hat girtin
Li Şernexê ji ber barîna berfê rêbejên Şernex-Sêrt, Şernex-Colemêg û Şernex-Beytuşebabê û rêyên 44 gundan hat girtin.
Li Şernexê ji ber barîna berfê ya ku ev 2 roj e bê navber didome rêbejên Şernex-Sêrt, Şernex-Colemêg û Şernex-Beytuşebabê û rêyên 44 gundan hat girtin.
Tîm ji bo ku rêbej û rêyên gundan werin vekirin xebatên xwe didomînin. Li bajarê ku gihanî bi zorî pêk tê gelek wesayît di rê de mane. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.