Li Sêrtê Alikariya Feqîran
Serekê Komîsyona Alîkariyê a Cem’iyeta Mustez’efan Sabahattîn Asma, şaxa ajansa îlkhayê a Sêrtê ziyaret kir û di derbarê xizmetên cem’iyetê de me’lûmat dan.
Serekê Komîsyona Alîkariyê a Cem’iyeta Mustez’efan Sabahattîn Asma, şaxa ajansa îlkhayê a Sêrtê ziyaret kir û di derbarê xizmetên cem’iyetê de me’lûmat dan.
Asma beyan kir ku wê alîkariyên Cem’iyeta Mustaz’efan bi alîkariya ehlê xêre bidomin. Sala 2012’an de Cem’iyeta me alîkariya bi hezaran feqîran kir.
Asma beyanatên xwe bi vî awayî domande: “di sala 2012an de îhtiyaciyên bi sedan xwendekarên feqîr yên kirtasiyê hatin dayîn. Ji ber Zelzeleya Wanê cem’iyeta me alîkariyên ğida û cilan li meğdûrên zelzelê kir. Alîkariya muhacirên afğan hatin kirin. Alîkariya gelek muhacirên Sûrîye jî hat kirin. Di dawiya salê de ji ber serma û zivistanê ji zarokên afğan û gelê Sûrîye re cil û solên zivistanê hatin kirîn.”
Asma dîsa beyan kir ku: Wê alîkariyên xwe bidomînin. Ji bo ku dewlemend û ehlê xêrê jî bikevin nav vê karwanê xêrê bila bigîjin me. Xweda Te’ala van xizmetên me ji bo axîreta me bike debarek.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.