Li Sêrtê di çêkirina bendavê de qezaya kar: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Şirvanê ya Sêrtê, di qezaya kar a ku di çêkirina Bendava Încîrê ya ku avakirina wê berdewam dike de pêk hat de, operatörê mikserê yê 58 salî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, li navçeya Şirvanê di dema xebatê ya di çêkirina Bendava Încîrê ya ku avakirina wê berdewam dike de qezaya kar pêk hat.
Di qezayê de karkerê 58 salî ku di çêkirinê de wekî operatörê mikserê dixebitî, giran birîndar bû.
Lê ser agahdarkirinê, tîmên Tenduristiyê yên Lezgîn 112 ji bo cihê bûyerê hatin sewqkirin. Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tespîtkirin ku karker jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê karkerê ku jiyana xwe ji dest da, ji bo kiryarên otopsiyê hat rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.