Li Sêrtê ji ber lihevnekirina erd şerê çekdarî: 1 mirî, 1 birîndar
Di şerê çekdarî de ku li navçeya Dihê ya Sêrtê ji ber lihevnekirina erd (erdûzar) derket, Ö. Ç. jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li gundê Kevnêz (Gelenkardeş) ê li ser navçeya Dihê ya Sêrtê, ji ber lihevnekirina erd (erdûzar) ku ev demeke dirêj e di navbera du malbatan de berdewam dikir, nîqaş derket.
Nîqaşa ku di demeke kurt de mezin bû, veguherî şerê çekdarî.
Di encama gulebarandina di dema şer de, Ö. Ç. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Kesê birîndar, ji aliyê tîmên tenduristiyê yên ku şandin cihê bûyerê ve rakirin nexweşxaneyê û hildan bin tedawiyê.
Li ser agahdarkirinê, tîmên cendirme û tenduristiyê sewqî herêmê bûn.
Li gund tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatin girtin û derbarê bûyerê de lêpirsîn (lêkolîn) hate destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.