Li Sêrtê malek hilweşiye: 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn
Li Şîrwana Sêrtê ji ber barana ku zêde bariya malek hilweşiya, di encama hedimîna malê de2 jê zarok tev de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine werlgirtin li gundê Soganliya Şîrwanê îro şeveqê ji ber baran ku zêde bariye di malekê de hilweşîn çêbû û mal xera bû. Di encama hilweşîna mala du qetî de 2 jê zarok tev de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn
Hat ragihandin kesên bi navê Cemal Coşkun(37), Yusuf(15) û Omer(5) jiyana xwe ji dest dane.
Hat hînbûn rewşa kesên birîndar baş e.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.