Li Sêrtê Mîtînga Huda Parê
Huda Parê do li Sêrtê mîtîngek li dar xist
Huda Parê do li Sêrtê mîtîngek li dar xist. Bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. Xelk bi tekbîr û sloganan tevlî mîtîngê bû.
Mîtîng bi xwendina Quranê dest pê kir. Dûre namzetê Huda Parê yê belediya Sêrtê Mehmet Tetîk, bi kurdî xîtabî xelkê kir ku gava bên serî ew ê tu ferqiyetê nexin navbêna kurd û ereb û tirk, ew ê ji herkesî re xizmetê bibin. Tetîk li ser projeyên xwe sekinî.
Piştre serokê giştî Zekeriya Yapicioğlu xeber da. Yapicioğlu li ser armancên partiyê, cezayên îdamê yên ku li mensûbên Îxwan hatine birîn û derew û îftîrayên ku li dijî wan tên kirin sekinî.
Da zanîn ku gotinên wek wê Huda Par li Sêrtê xwe ji hilbijartinan vekişîne ne rast in. Yapicioğlu bangî însanan kir ku însanên paqij derkevin sehneya siyasetê û îfade kir ku gava namzetan dineqînin pir dîqet dikin
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.