Li Sêrtê qeza: 1 mirî, 1 birîndar

Li Sêrtê qeza: 1 mirî, 1 birîndar

Hat destnîşankirin ku li navçeya Misirca Sêrtê erebe ji rê derket û kesê ku ji erebeyê firîya canê xwe ji dest da.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeyeke ku di bin kontrola Ridvan Taş (27) de bû li ser rêya gundê Derînceya navçeya Misirca Sêrtê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û ji rê derket. Di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê bûyerê re ekîbên 112, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin Halît Kilgiyê (73) ku di encama qezayê de birîndar bûbû li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Ridvan taşê şofêrê erebeyê jî, di encama qezayê de sivik birîndar bû û hat destnîşankirin ku rewşa wî baş e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.