Li Seyîdsadiqê Protesto

Li Seyîdsadiqê Protesto

Rayedarên Herêma Kurdistanê, ji bo ku Helepçe bibe bajar, zorê didin hükûmeta Bexdayê

Rayedarên Herêma Kurdistanê, ji bo ku Helepçe bibe bajar, zorê didin hükûmeta Bexdayê. Ji ber vê jî Parlamentoya Iraqê bangî Serokwezîr Nûrî Malikî dike ku Helepçe bibe bajar. Lê hinek ehlê navçeya Seyidsadiqa Silêmaniyê, li dijî vê derdikevin û naxwazin Helepçe bibe bajar.

   Li navçeya Seyidsadiqa ku bi ser Silêmaniyê ve girêdayî ye, hinek welatiyan çalakî li dar xistin. Sedema çalakiyê ew e ku Helebçe dibe bajar û navçeya wan jî bi Helebçeyê ve tê girêdan.

   Di çalakiyê de hadîse derket. Hat diyarkirin ku di hadîseyan de kesek mir û 25 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa 3 kesan giran e.  

   Qeymeqamê Helepçeyê Goran Ethem der barê bûyerê de beyanat da Ajansa Anadoluyê û diyar kir ku yên naxwazin Helepçe bibe bajar, komeke biçûk e.

  Ethem wiha got: "Heke Helepçe bibe bajar, feydeya hemû navçeyê tê de heye. Çimkî wê çaxê wê butçeya me hebe û wê ev butçe ji bo navçeyan bê bikaranîn. Wê baştir xizmet bê kirin."

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.