Li Sîlîvriyê qeza: 27 birîndar

Li Sîlîvriyê qeza: 27 birîndar

Di qezaya zincîrî ya ku li Sîlîvriya Stenbolê pêk hat de 27 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Sîlîvrîya navçeya Stenbolê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn qeza pêk hat. Çend wesayîtên din ên ku şofêrên wan qezayê nedîtin tevlî qezayê bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê 27 kes birîndar bûne ku birîna yek ji wan kesên birîndar giran e.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîs sewqî cihê qezayê hatin kirin. Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler